Yekîtî Media 26/12/2016

Îro duşemê, asayişa partiya Yekîtiya Demokrat PYD bi hilmeteke binçavkirina ciwanan li bajarokê Til Temir rabû.

Nûçegihana Yekîtî Media li Til Temir ragihand, ku asayişa PYD êrîşî dikanên li navenda bajêr kir bi behaneya girtina ciwanan jibo leşkeriya bizorê ya PYD, herweha tekezkir , ku asayişên PYD bi dû ciwanan diketin û wan bizorê bi xwe re dibirin.