Yekîtî Media 16/12/2016

Hikûmeta Sûriyê ragihand, ku pêvajoya veguhestina sivîlan ji rojhilatê bajarê Helebê hatiye rawestandin.

Piştî ragihandina agirbestê li Helebê, duh karê veguhestina xelkê sivîl ji bajêr dest pê kiribû.

Televizyona fermî ya hikûmeta Sûriyê eşkere kir, ku ji ber hêzên Rikberiyê pêwîstiyên agirbestê pêk neanîne, operasyona veguhestina sivîlan hatiye sekinandin.

Ji aliyê din ve ajansa Reutersê ragihand, ku di dema veguhestina sivîlan de teqînek çêubûye.