Firokeyên cengî yên artêşa ezmanî ya Êraqê Xormatu bombebaran kirin.
Îro li navçeya Xormatu ya nêzîkî Kerkûkê, firokeyên artêşa ezmanî ya Êraqê, êrişî cihên çekdarên terorîstan kirin û bi awayekî berfereh bombebaran kirin.
Di wê barê de, jêdewreke ewlehiya Xormatu yê ji PUKmedia`yê re ragihand ku ew êrişa bombeyî li ser gundên Hebeş û Înkeçî û Ebû Hesen bûye û weke tê zanîn ku hejmareke mezin ji çekdarên DAIŞê hatine kuştin û 2 otombîlên leşkerî û hejmareke ji cebilxaneya wan hatiye wêran kirin.
PUKmedia-Omer Xerîb