Yekîtî Media 6/11/2016

Serokwezîrê Rûsiyayê Dîmitrî Mêdvîdêf di hevpeyvînekê de ligel kenaleke Israîlî  ragihand, ku bi hezaran kesên Rûsî di nav çekdarên Rikberiya Sûrî de şer dikin.

Mêdvîdêf diyarkir ku ew beşdariya wan kesên Rûsî di nava rikberiya sûrî de  metirsiyekê li cem wan peyda dike ku ew kes dema vegerin Rûsiyayê êrîşên xerab li welêt bikar bînin.