Yekîtî Media 21/10/2016

Bi sedan jinên Kurd , doh pêncşemê, li pêşiya mizgefta Selman EL-Farisî li taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo bi mangirtinekê derketin , jibo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de.

Ew mangirtin li ser daxwaza rêxistinên jinan li Qamişlo hat lidarxistin, beşdaran wêneyên girtiyên siyasî di zindanên PYDê de bilindkirin û doza serbest berdana wan kirin.