Yekîtî Media 25/9/2016

Doh şemê 24 Êlûnê, li bajarê Dihokê yê Herêma Kurdistanê, di dema piştî nîvro de û ji ber rûxandina avahiyekê 2 karkiran canê xwe ji dest dan û nêzîkî 13 karkirên din jî birîndar bûn, piraniya wan karkiran ji xelkên Rojavayê Kurdistanê ne.

Heta niha sedema rûxandina wê avahiyê nehatiye zanîn.