Yekîtî Media 25/9/2016

Şer û pevçûn di navbera artêşa tirkiyê  û çekdarên partiya karkerên kurdistanê PKK li devera Licê rûda û di encama wî şerî de leşkerekî tirk jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar ket.

Piştî wan pevçûnan  qedexekirina çûn û hatinê li parêzgeha amedê hate ragihandin û artêşê dest bi oparesyonên leşkerî kirin.