Yekîtî Media 19/9/2016

Îro asayişa PYDê hatûçûn li hemû deverên dikevin navbera Tirbe Sipiyê û Dêrikê de ji aliyekî, û Til Hemîs û Til Koçer de ji aliyekî din ve qedexekir, ji bo ku dest bi pirojeyê xwe yê serhijmartinê bi navê ( ez li virim ) bike.

Ev piroje ji rex komîta rêxistinî ya Fîdralîzma girêdayî rêveberiya xweser ya PYDê tê çespandin.

Li gor nûçegihanê me li Girkê Legê, asayişa PYDê çend kes ji bajêr binçavkirin jiber nepijirandina wan ji vê serhijmartinê re.