Yekîtî Media 15/9/2016

Çalakvanin Kurd doh çarşemê dest bi kampaniyekê di bin haştagê ( #em_tev_binçavkirî_ne ) li ser herdû malperên torên civakî fêsbûk û tiwîter kirin, ji bo piştgirya girtiyên siyasî ji endam û serkirdeyên partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS , yên ku ji hêla çekdarên partiya Yekîtiya Demokrat PYDê ve hatine binçavkirin.

Kampanî doh çarşemê destpêkir, di dema ku hîn gireva birçîbûnê li bargeha encûmena xwecihî ya ENKSê li Rojhilatê Qamişlo berdewam e.