Yekîtî Media 15/9/2016

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku piştî 48 demjimêran ji destpêkirina agirbestê li Sûriyê tu goriyên sivîl an leşker nehatine tomarkirin di encama şer de.

Lê hin binpêkirin hatin tomarkirin, bi riya topbaranê ji hêla hin girûpên çekdar yên Rikberiyê, û bi riya êrîşên balafiran ji hêla rêjîma Sûrî li çend deverên Sûriyê.