Yekîtî Media 13/9/2016

Li ser vexwendina encûmena xwecihî ya ENKSê li rojhilatê Qamişlo, doh bi dehan kes ji endam û alîgirên ENKSê û malbatên girtiyan bi mangirtinekê derketin.

Mangirtin ji bo piştgiriya girtiyên siyasî di zindanên PYDê de, û ji bo şermezarkirina kiryar û siyasetên PYDê hat lidarxisin.