Yekîtî Media 10/9/2016

Şanda komîta siyasî ya partiya Yekîtî ya Kurd serdana bargeha liqê heyşta yê partiya Demokrata Kurdistanê li bajarê Zaxo kir.

Şanda partiya Yekîtî bi serokatiya Ibrahîm Biro sekretêrê partiyê û endametiya hejmarek ji endamên komîta siyasî, ji rex serbest lezgîn berpirsê liqa heyşt hat pêşwazîkirin.

Herdû aliyan pêşhatên dawî li ser astên kurdistanî û herêmî, û bi taybet rewşa kurdistana sûriyê, û herweha xurtkirina pêwendiyan gengeşe kirin.