Yekîtî Media 6/9/2016

Şandek ji komîta siyasî ya partiya yekîtiya kurd li sûriyê serdana dîwana serokatiya kurdistanê dike û li gel hemîd derbendî cîgirê serokê dîwanê û berpirsê doseya kurdistana sûrî civiyan.

Derbendî li ser giringiya rola partiya yekîtî di kurdistana sûriyê de tekez kir.

Herwiha herdû aliyan li ser pêwîstiya hebûna encumena niştimanî ya kurd li sûriyê û giringiya pêşketin û piştgirya wê tekez kirin.