Yekîtî Media 2/9/2016

Doh pêncşemê 1ê Êlûnê, asayişa leşkerî ya bi ser partiya yekîtiya demokrat PYD ve dest bi hilmeteke binçavkirina ciwanan ji bo leşkeriya neçar li bajarê Girkê Legê kir.

Nûçegihanê Yekîtî Media li Girkê Legê ragihand ku çekdarên PYD kolana Rafîdeyn dorpêçkirin û di encamê de 6 ciwan bo leşkeriya neçar binçavkirin.

Herweha li bajarê Dirbêsiyê jî asayişa leşkerî ya PYD bi hilmeteke binçavkirina ciwanan rabû.