Yekîtî Media 31/8/2016

Doh sêşemê 30ê Tebaxê, rêxistina Amûdê ya partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê mangirtinek li pêşiya bargeha xwe li bajarê Amûdê lidarxist.

Mangirtin ji bo şermezarkirina binçavkirina endam û serkirdeyên encûmena niştimanî ya kurd li Sûriyê ENKS ji hêla çekdarên ser bi partiya yekîtiya demokrat PYD ve hat lidarxistin.