Yekîtî Media 15/8/2016

Şandin ji partiyên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS û rêxistina Asûrî ya dîmoqrat û rêxistinên civaka sivîl û yên jin û ciwana û herweha kesayetiyên serbixwe serdana bargehên partiya Yekîtî ya Kurd li bajarên Qamişlo û Dêrikê û Girkê Legê kirin.

Wan şandan piştgiriya xwe ji bo partiya Yekîtî ya Kurd û ENKS dan xuyakirin piştî revandin û sergonkirina serokê ENKS û sekretêrê partiya Yekîtî Ibrahîm Biro ji bo Herêma Kurdistanê ji rex asayişa PYD ve, herweha tekezkirin ku ev kiryarên wisa nakevin xizmeta pirsa kurdî û ne ya Sûrî bigiştî.