Yekîtî Media 14/8/2016

Asayişên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD Serokê encûmena niştimanî ya Kurd li Sûriyê ENKS Ibrahîm Biro doh şemê li kolaneke giştî li bajarê Qamişlo dorpêçkirin û ew ber bi cihekî nenas ve birin .

Îro sipîdeya yekşemê ji hêla asayişên PYDê ve ji xaka Kurdistana Sûriyê bo herêma Kurdistana Iraqê hate dûrxistin .

Rêvebirê dergehê pêşabûr Şewket Berbuharî di daxuyaniyekê de diyar kir ku serokê encûmenê gihiştiye Kurdistana Iraqê û rewşa wî ya tenduristî baş e.

Binçavkirina Ibrahîm Biro tê piştî êrîşên ku ji hêla alîgirên PYD ve li ser nivîsgeha partiya Yekîtî ya rojhilatî bajarê Qamişlo hat kirin.