Yekîtî Media 12/8/2016

Li Rûsyayê piraniya çavdêrên siyasî û şarezayên dîplomasî bi xemsarî, heta bi guman li  proseya nêzîhevbûna pêgehên Rûsya û Tirkiyê dinêrin.

Yek ji pisporên navdar ê ser Rojhilata Navîn, akademîsyen Borîs Dolgov, bawer nake ku Erdoxan zû bi zû dev ji îdîayên xwe yên li ser Sûrî berde, an jî di mijara Rojavayê Kurdistanê de gavan paşda bavêje.