Yekîtî Media 11/8/2016

Serkirdeyê hilmeta hevpeymana navdewletî li dijî rêxisina DAIŞ Şon Makfarland ragihand ku ji destpêka hilmetê ve 45 hezar çekdarên DAIŞ li Iraq û Sûriyê hatine kuştin.

Makfarland diyar kir ku di 11 heyvên dawî de nêzî 25 hezar çekdar hatin kuştin, Serkirdeyê hilmeta hevpeymana navdewletî balkişand ku ji 10 hezar ta 30 hezar çekdar niha bi DAIŞ re şer dikin.