Yekîtî Media 9/8/2016

Doh duşemê demjimêr 9 bi şev, dengê teqînekê ji taxa başûr ya bajarokê Çilaxa nêzî dibistana Salih Elsalih hat bihîstin.

Li gor nûçegihanê Yekîtî Media diyarkir ku teqîn di encama şewata bermîleke sotemeniyê di turimpêlekê de rûda, ew turimpêl ya mala Nezal e, û metirsiyek mezin li nik xelkên bajêr çêkir.

Li gor nûçegihanê me asayişa PYD cihê bûyerê dorpêçkir, ku tu ziyanên canî çênebûn, tenê turimpêlek hat şewitandin.