Yekîtî Media 8/8/2016

Milîsa bervaniya niştimanî ya bi ser rêjîma Sûrî ve ciwanên kurd li bajarê Hesekê li ser nasnameyê binçav dike.

Li gor çavkaniyeke taybet ji Yekîtî Media re ragihand, ku hêzên bervaniya niştimanî  20 ciwanên kurd bi zorê ji servîs  û tirimpêlan li taxên Neşwa û Xiwêran daxistin û ew berû cihekî nenas ve birin.

Herweha Çavkaniyek ji bajarê Hesekê tekezkir ku milîsên berevaniya niştimanî 10 ciwanên Kurd li ser rêbenda rawestgeha Tirênê li taxa Mehta binçavkirin û ew berû cihekî nenas ve birin.

Diyardeya binçavkirina kurdan li ser nasnameyê derdikeve holê piştî  rewşa ewlehî ya xirab  di navbera milîsên bervaniya niştimanî û çekdarên partiya yekîtiya dîmoqrat PYD ku li Hesekê çêbûye.