Yekîtî Media 3/8/2016

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand ku hêzên Sûriyaya Dîmuqrat HSD li bajarê Minbicê pêşketine û rêjeya 60 % ji bajêr kontirol kirine, Rewangehê diyarkir ku hêzên HSD taxên rojava û rojhilatî bajêr kontirol kirine û DAIŞ di taxên  nîvê bajêr de dorpêç kirine.

Herwiha Rewangehê  balkişand ku di hefteya bûrî de şer û pêvçûnên tund di navbera herdû aliyan de rûda bûn.