Yekîtî Media 2/8/2016

Di berdewamiya şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîma Sûrî û hêzên rikberiyê  li bajarê Helebê , hêzên rikberiyê  dest bi êrîşeke mezin kirin da ku Helebê ji bin dorpêçkirinê derxînin,  Rikberiyê gelek dever ji destê rêjîmê derxistin û nêzî 10 tirimpêlên leşkerî yên rêjîmê teqandin , herwiha bi dehan ji leşkerên rêjîmê hatin kuştin, ku di nav wan de efserên Hizb Ellahê û pasevanên şoreşgerên Îranê hebûn.