Yekîtî Media 28/7/2016

Îro sibehê, şandek ji partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê bi serokatiya mamoste Hesen Salih cîgirê sekretêrê partiyê serdana konên şehîdên teqîna Qamişlo li taxa Xerbî kirin, û behîya malabatên şehîdan kirin.

Li gor jêderin bijîşkî hejmara şehîdên teqîna ku li taxa Xerbî li Qamişlo rûdabû gihişt 49 kesî, herweha 177 kes birîndar ketin.