Yekîtî Media 27/7/2016

Di encama du teqînên xwekuj de li bajarê Qamişlo bêtirî  50 kesî jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes birîndar ketin, teqîna yekê bi trumpêlek  barhilgir Navenda Asayişên taxa Xerbî armanckir, û ya duyem kujerekî li ber dergehê desteya bervaniyê xwe teqand, herdû teqînan ji bilî qurbaniyan ziyanin darayî mezin gihandin  wê deverê û metrsiyek mezin di nava welatî û nişteciyên bajêr de peydakirin.

di heman mijarê de piraniya birîndaran ji bo nexweşaneyên bajarê Qamişlo hatin veguhestin û wan jî bang li welatiyan kir da ku xwînê bidin birîndaran, her wiha rêxistina Daiş di riya ajansa Amaq re ew teqîn li xwe girt.