Yekîtî Media 25/7/2016

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku bi kêmanî 8 kesan jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 20 kesên din birîndar ketin , îro yekşemê, di encama ketina hinek rokêtan li ser çend taxan di Şama kevin de.

Herweha rewangehê diyarkir ku jêdera van rokêtan çekdarên Rikberiya Sûrî bûn.