Yekîtî Media 20/7/2016

Şîlan Cirmo keça Kurd ji bajarê Qamişlo li bajarê Nîs yê Ferensî di rûdana kemyona ku pêl koma kesên bo cejna niştîmanî ya Ferensî şahî dikirin kir hat kuştin.

Rojnameyeke Almanî roja yekşema bûrî ragihand ku keça kurd bi navê Şîlan ku ji nişteciyên paytexta Almanî Berlînê ye, di rûdana Nîs de hate kuştin, û tekezkir ku girûpên lêgerînê tenê çenteyê wê dîtin.