Yekîtî Media 7/7/2016

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî doh bi hlekefta Cejna Remezanê bang li hemû aliyên siyasî yên Kurdistanê kiribû, ku bo lidarxistina referanduma serxwebûna Kurdistanê piştî cejnê bi hev re bicivin.

Barzanî wiha gotibû: “Ez hêvî dikim, piştî cejnê partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin û li ser referandumê û têkiliyên Herêm û Bexdayê bigihîjin komdengiyeke niştîmanî û derbarê rewşa siyasî ya Herêmê de jî çareseriyekê bibînin.”