Yekîtî Media 25/6/2016

Desteya bilind ya danûstendinên rikberiya Sûrî Rûsiya bi karanîna bombeyên qedexekirî li Sûriyê tawanbar dike. Herwiha desteya bilind dozê li emîndarê giştî yê Netewên Yekbûyî Ban Kîmon  dike ku lêkolînê  di binpêkirinên Rûsiyayê li Sûriyê bike .

ji aliyê xwe ve Netewên Yekbûyî nerehetiya xwe ragihand derbarê raporên ku ji rikberiya Sûrî gihişte wan, û di wan raporan de diyar dibe ku Rûsiya çekên qedexekirî li Sûriyê bikartîne.