Yekîtî Media 16/6/2016

Serokê hevbendiya niştimanî ya hêzên rikber Enes Elebde dibêje ku rêjîma Sûrî û rêxistina Daiş wek hevin û herdû alî  sivîlan û hêzên rikberiya Sûrî armanc dikin. Elebde ji ajansa Anadol re diyar kir ku hêzên rikberiyê li Sûriyê şer li dijî  rêjîmê û Daiş ê dikin, serokê hevbendiyê herwiha dibêje ku  geleg pirsgirêk li pêşiya danûstendinên Cinêvê peyda dibin ji ber ku civaka navdewletî bi rastî li wan danûstendinan xwedî dernakevin.