Yekîtî Media 12/6/2016

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê ji bo bûyerên nivîsgeha partiya  Dîmoqratî  Kurdistan-Sûriya û girtina siyasetmedaran  daxuyaniyek belavkir, di wê daxuyaniyê de ENKSê girûpên PYDê bi xerakirin  û diziya nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê tewanbarkir.

herwiha ENKS di şewat û diziya nivîsgehên partiyên Encûmenê û girtina siyasetmedaran PYD berpirsiyar dibîne , Encûmena Niştimanî di wê daxuyaniyê de dozê li rêxistinên mirovî dike ku fişaran li PYDê bikin da ku kiryarên xwe yên şovînî li ser miletê kurd rawestîne.