Yekîtî Media 1/6/2016

Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan ragihand, ku Di êrîşeke asmanî berfireh de ji hêla balafirên Rûsî li ser bajarê Idlibê  bêtirî 23 kesan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar ketin.

ji aliyê xwe  ve Tirkiyê Rûsiya bi kuştina 60 sivîlan di  êrîşên Asmanî  de li Idilibê tewan bar kir.

di heman mijarî de Tirkiyê di daxuyaniyekê de dozê li civaka navdewletî dike ku ew êrîşên Rûsiyayê û rêjîma Esed li ser sivîlan rawestîne, di dema ku Îgor Konaşînkov  berdevkê wezareta berevaniya Rûsiyayê di daxuyaniyekê de diyar kir, ku ew balafir ne Rûsî ne û wan tu êrîş li parêzgeha Idlibê pêk ne anîne.