Yekîtî Media 31/5/2016

Wezîrê derve yê Arebistana Siûdî  Adil El Cibêr dibêje, ku welatê wî di alîkariya rikberiya Sûrî ya leşkerî de berdewam e .

Cibêr  di kongireke rojnemavanî de diyar kir, ku lihevkirineke  navdewletî heye ku çareseriya siyasî li Sûriyê li ser biryarên Cinêva yekê werin cîbecîkirin.

ji aliyê xwe ve Fêdirîka Mogerînî berpirsa siyaseta derve ya yekîtiya oripa di wî  kongirî  de ragihand  ku pêvajoya siyasî ji bo Sûriyê baştirîn çareserî ye .