Yekîtî Media 30/5/2016

Desteya bilind ya danûstendinên  rikberiyê di civata xwe ya li Riyadê hate lidarxistin,  biryara dûrxistina Esed Alzûbî ji serokatiya şanda danûstendinan da.

di heman demê de Mihemed Elûş serperiştyarê danûstendinan di daxuyaniyekê de biryara dûrxistina xwe ji kar ragihand.

Zûbî berî demekê gotinin çewt di mafê kurdan de gotibû û Encûmena Niştimanî ya Kurd doza dûrxistina wî ji serokatiya şanda danûstendinan kiribû.