Yekîtî Media 23/5/2016

Girûpên çekdar yên rikberiya Sûrî ragihandin, ku eger rêjîma Sûrî êrîşên xwe li ser baregehên wan li derdora Şamê ranewestînin , ew bi rêkeftina agirbestê  pabend namînin.

artêşa azad di daxuyaniyekê de diyar kir, ku eger rêjîma Sûrî di 48 demjimêrên tê de êrîşên xwe ranewestîne, wê rêkeftina agirbestê têk biçe, herwiha hêzên wan dê li êrîşan vegerînin.