Yekîtî Media 11/5/2016

Wezareta derve ya Rûsiya di daxuyaniyekê de ragihand, ku welatê wê li gel Amerîka soz didin ku karê xwe berdewam bikin da ku bighêjin çareseriyeke siyasî ji bo kirîza Sûriyê.

Sêrgî Lavrof wezîrê derve yê Rûsiya ji aliyê xwe ve, tekez kir ku rêjîma Sûriyê di danûstendinên xwe bi hemû aliyên rikberiyê re berdewam e.