Îro 30ê Nîsanê, li bajarê Qamişlo li ser cadeya El-Xelîc teqînek xwekujî rûda, li gor nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo, teqîn li nêzîkî rêbenda asayişaPYD hate kirin, Seet 8,30 teqînek bi rêya xwekujekî li ser motorekî hate encamdan.
Li gor amarên destpêkê yên encama teqînê,nûçegihanê Yekîtî Media li Qamişlo ragihand ku, 5endamên asayişê di wê teqînê de jiyana xwe jidest dane, û 4 kes jî birîndar bûne.