Yekîtî Media 28/4/2016

Wezîrê berevaniya Amrîka Aşton Karter dibêje ,ku hin dewletên hevpeymana navdewletî  hêzên taybet dê bişînin Îraq û Sûriyê ji bo beşdarî şerê li dijî rêxistina Daişê bibin.

Kartir diyar kir ku Nato soz daye  di  demeke nezîk de, wê 2500 leşkerî bişîne Îraqê , ji havîna 2014 an ve hevpeymana navdewletî  bi serperiştiya Amrîka bi êrîşan li dijî rêxistinên Terorî li Îraq û Sûriyê radibe.