Yekîtî Media 25/4/2016
Bi mercê ku tevaya çekdarên ”Heşda Şebî” ji Tozxormato werin vekişandin,hêzên Pêşmerge wê di danûstandinên bi wan çekdaran re berdewam bin.
Necim Eddîn Kerîm parêzgerê Kerkûkê û hin berpirsên YNK dibêjin, eger ew merc neyê bi cîkirin şer û pevçûn careke din wê destpê bike , lê reng e rewş li wê deverê ber bi aramiyê ve diçe.