Yekîtî Media 24/4/2016

Şer û pevçûn careke din di  navbera kurdan û hêzên ”Heşda Şebî” de li Dozxormato dest pê kir, di encama wan pevçûnan de serkirdeyekî  pêşmerga û welatiyekî kurd jiyana xwe ji dest dan. Ehmed Mele Şikir berpirs e di Yekîtiya Niştimanî Kurdistanî de, diyar kir  ku hêzên pêşmerge bi awayekî fermî di wan şer û pevçûnan de beşdar nebûne.