Yekîtî Media 16/4/2016
Rêbendên asayişa kantona cezîrê yên girêdayî PYD , riya Mebrûka li ber derbasbûna kemyonên şînkayê bo deverên kurdî girtine.
Li gor bazirganekî kurd, kemyonên şînkayê li ser riya Mebrûka bi 100 an rêzbûne, lê asayişa PYD rê nade wan bo derbas bibin, û jiber vê yekê şînkayî di kemyonan de xera dibe, û di heman demê de kîlwa bacanê sor gihiştî ye 1500 l.s li bazarên parêzgeha Hesekê.