Yekîtî Media

 

 

Di çarçoveya çalakiyên rêxistina ciwanan ya Partiya Yekîtî ya Kurd li bajarê Amedê, semînarek bi sernavê ( Ehmedê Xanî di navbera manfêstoya bûhêrkê û omîda paşerojê de) di roja çarşemê 6/4/2016 hat lidarxistin, mamoste Mustafa Elî semînar pêşkêşkir.

 

Mustafa Elî bi firehî li ser dîroka kurdî axivî û bi taybet di warê wêjeyî de û pertûkxaneya kurdî ya dewlemend bi berhemên helbestvan û wêjevanên kurd , û nemaze mîrê helbestvanan Ehmedê Xanî.

 

Mamoste Elî di semînara xwe de amaje bi rola wêjevan û helbestvanên kurd bigiştî kir , û bi taybet rola Ehmedê Xanî di belavkirina çand û kultûrê kurdî yê resen, herweha rola wî di berxwedana lidijî sitemkariyê û zordariyê ya ku ji bal rêjîmên dagîrker li ser miletê kurd dihate çespandin şirovekir.

 

Di heman semînarê de, mamoste Elî li ser rola Xanî ya balkêş di şiyarkirina kurdan û belavkirina zanist û rewşenbîriyê li hemû navçeyên kurdistanê axivî, nemaze berhema wî ya şaheser manfêstoya netewa kurdî ( Memozîn ).

Li dûmahîka semînarê, deriyê gengeşê û guftûgoyê hat vekirin, û mamoste Elî bersiv da û semînar pê dewlemend bû.