Nûrî Çelîk
Dibêjin
heger pisîk ne li mal be, mişk Evdirehman e. Ji 80î û bi vir de pisîk li
meydanê tuneye, mişk bûye xwedîyê qadê û ha ha kulînê qul dike, qût û xwarinên
di kewarê de belawela dike, dirjîne û wek setqe li cîranan belav dike.  Piştî ku pisîka me, pisîkên me bi xwe hay bûn,
mişk hasil gihandibû Mûsilê û bûbû hakim, mîr û serkêşê meydanê. Ji pisîka
reben re tenê tiştek mabû, gilî û gazind, rexne û temaşekirin. Li şûna ku
pisîka me pirça xwe, hest û hişmendîya xwe biguhere û bi hesab û kitêbek nû, bi
rûpelek spî û pak, bêyî ku bibe hêsîrê paşeroja xwe û defterên kevin li hev
biqulipîne, bi hesabê ku „ezê çawa karibim doza xwe û milletê xwe ji destê vî
mişkê kor xilas bikim “ ji qadekê bibezîya qada din û cîh li mişkê kor teng
bikira, rabûn rêya herî bê bedel, rêha herî rehet û bê xeter hilbijart-in. Ew
jî rexnekirin, çend belavok û daxuyanîyên hermik û nermik (bi saya serê
înternetê kes nema li kolanan belavokan jî belav dikin, ji vê belê jî xilas bûn),
çend şirovekirinên li televizyon û medya civakî, çend gotin û şiroveyên xweş,
şahîk û girover, çend şermezarî – yanî rûreşkirin û naletlêanîna demokratîk-
(we dîtiye kesî qesas û neyarê xwe şermezar kiriye?) û temaşekirina şanoya ku
45 sal in bi destê mişk Kurd pê tên xapandin. Mişkên me li şûna ku li hember
mişk û xirabîyên wî hêza xwe bikin yek û bibin qewetek, herkes di kox û qefesa
xwe de bû temaşevan û bûn şirîk û parçeyek ji gunehên mişk, tevger û helwesta
xwe li gor tevger û kiryarên mişk neqişandin û bi xêra mişk rojeva xwe
destnîşan kirin.

Ev zimanê
gundîkî bû. Îcar hûn dixwazin ezê bi zimanê bajarkî jî bêjim.

We (ez jî di
nav de) meydan ji Ocalan û PKK re hişt, we 40 salî Ocalan û PKK rexne kir,
dijberîya wan kir, we got ku Ocalan zilamê dewletê û PKK jî rêxistina dewletê
ye (ku îro zelaltir û eşkeretir bûye), we PKK û şerê wê neeciband, we ev şer ne
di berjewendîya Kurdan de dît, we rexne kir û hûn li dij derketin. We bi salan
got ku PKK rêya siyasetê ji we re (ji Kurdan re) girtiye û darê zorê bi kar
tîne. We dest hilnanî û wek tiralê Bexdê hûn li ya belaş û hêsan gerîyan, we
doza daxwazên mezin kir lê we da dû hêvî û xwezîyan. Ne hûn li hevalên xwe
xwedî derketin, ne jî hêvîya ku ji we dihat kirin we da millet. We hêz û
partîyên xwe ji hev de xistin, we ew felişandin û hûn ji millet re nebûn qûç û
mînakên baş. Hûn ji rêberî û serokatîyê daketin asta nivîskarî û çîrokbêjîyê.
Wîjdanê we nejenîya û we serpêhatî û rastî û sedema têkçûna xwe û partîyên xwe
jî wek belge û arşîv nenivîsand. We rok 24 seet Ocalan û PKK rexne kir, lê we
rojekê xwe li moxilê nexist û we şûjina di çavên xwe de nedît. Û bi sedan
sedemên din.

Em bêjin doh
Ocalan û PKK xurt bûn, dîktator bûn, nedihiştin hûn siyasetê bikin, yan jî we
newêrîbû destê xwe têxin bin kevir. Derfet yan mecala we ya avakirina tifaq
yan yekîtîyek tenewî tunebû.

Ê baş e, û îro?

Ocalan biryar da ku PKK fesix bike, şerê çekdarî
rawestîne û ev demek e ne şer heye, ne jî tiştekî ku li pêşîya xebata we, li
pêşîya tifaq û yekîtîya we bibe asteng. Va ye dewleta Tirk û Ocalan li ser
asasê „Tirkîyeyek bê teror„ li hev kir„ û lihevhatina Tirkîyeyek bê teror“ îmze
kirin (yanî Ocalan û PKK terorîstbûna xwe qebûl kirin). Doh we dijayetîya PKK û
şerê çekdarî dikir, îro jî gelek ji we şerê „çima PKK dev ji şerê çekdarî
berda„ dikin. Doh we Ocalan û PKK nedieciband, îro jî hûn naecibînin. We ji
roja roj de dizanîbû ku Ocalan, PKK û şerê wê şanoyek dewletê ye, şanoya xapandina
Kurdan û beravêtîkirina doz û nirxên Kurdan e. Baş e, we li hember vê yekê çi
plan û proje amade kir, we çi hewl dan, we çi alternatîf peyda kir û hûn îro çi
difikirin? Hûnê çi bikin, hûn dixwazin yan karin çi bikin?

Berî her tiştî lihevkirina Ocalan û
dewletê ne pirsgirêka Kurdan e, pirsgirêka dewletê û PKK ye. Heger hinekên ku
li xwe zor bînin û ji vê lihevhatinê ne razî bin hebin, ew jî PKKî bi xwe ne,
kedkarên PKK ne, gerîlla û malbatên şehîdan e. Lê di encamê de fesixkirin û
çekberdana PKK (heke rast be û ev jî ne şano û lîztikek nû be) ji bo selametîya
Kurdan wê bixêrtir be. Lê li vir pirs û pirsgirêkek heye:
Baş e, piştî vê lihevhatinê û piştî
têkçûna Ocalan û PKK, wê kî vê valahîyê dagire?
Dewlet (belkî ne PKK lê bi navekî cuda)
Hûn (yanî evên ku ji xwe re dibêjin
partîyên Kurdistanî)
Yan jî tevgerek nû, nifşekî nû, xwînek nû,
kadroyên nû, hest û hişmendîyek nû?
Ji bo piştî çûna PKK çi hesabê we, çi plan
û projeyên we, çi alternatîfên we hene, yan jî hûn qet li ser vê yekê fikirî
ne?
Bahwer bikin wê av biherike û coka xwe
bibîne. Heger hûn ji niha ve bê plan û proje bin û heger hûn ji niha ve asasê
tifaq û yekîtîyek netewî (alternatîfek Kurdistanî) daneynin, yan dewlet û yan
jî hinekên din wê li çira we bidin û hûnê dîsa meydanê ji mişk re bihêlin.
Bav û kalên me gotine: Neketiye derdê êlê, ketiye derdê sêlê.
Îcar heyran, heger hûn jî neketibin derdê
Kurd û Kurdistanê, tenê ketibin derdê xwe û partîyên xwe û heta bi mirinê bêjin
ez û partîya min, ne xwe bixapînin û ne jî Kurdan bixapînin. Yan rêyekê
bibînin, yan rêyekê vekin, yan jî gilî û gazindan ji kesî nekin û hûn sax..