Abdullah Ocalan û “Entegrasyona Demokratîk”!
Tehlîlek Zanistî û Xetereyên Wê Têgeha “entegrasyona demokratîk” (an jî “demokratik entegrasyon”) di salên dawî de (bi taybetî ji sala 2025 û pê ve, di çarçoveya pêvajoya aştî û “Civaka Demokratîk” de) ji aliyê Abdullah Ocalan ve (an jî ji terefê dewleta tirkan ve) hatiye pêşkêşkirin. Li gorî gotinên wî yên di manifesto û nameyên wî de, entegrasyon “yekîtiya civaka demokratîk bi dewleta-neteweyî re” ye. Civak xwe wekî dewletek nû organîze nake û xwe bi dewletek din ve nagire; lê wekî “civaka demokratîk” xwe bi “komara demokratîk” re yek dike. Ev yek bi rêya mûzakereya demokratîk, wekhevî û pejirandina cihêrengiyê pêk tê. Ocalan îdîa dike ku ev model alternatîfa hem veqetînê (separatîzmê) û hem jî asîmîlasyonê ye.
Ev têgeh ne tiştekî nû ye bi temamî; ew li ser bingeha têgehên berê yên Ocalan (wekî “neteweya demokratîk”, “otonomiya demokratîk” û “konfederalîzma demokratîk”) ava dibe. Di teoriyên wî yên berê de, armanc ne avakirina dewletek neteweyî ya Kurdî bû, lê xwe-rêveberiya jêrîn (bottom-up), civakên xweser, jineolojî, ekolojî û demokrasiya rasterast di nav sînorên dewletên heyî de bû. Entegrasyona demokratîk wekî qonaxeke nû tê pêşkêşkirin ku tê de civak (bi taybetî Kurdan) di nav komara heyî de, lê bi nasname, ziman û çanda xwe ve, cih digire.
Entegrasyon, asîmîlasyon û têkiliyên hêzê
Di zanistên civakî (sosyoloji, zanista siyasî û antropolojî) de, têgehên “entegrasyon” û “asîmîlasyon” ji hev têne veqetandin:
1-Asîmîlasyon: Pêvajoyeke ku komên kêmîne an jî bindest, ziman, çand, dîrok û nasnameya xwe berdidin û di nav koma serdest de dihelin. Ev gelek caran bi zextên dewletê, polîtîkayên perwerdeyê, medyayê û aborîyê pêk tê.
2-Entegrasyon, (di wateya multîkultural an jî pluralîst de): Komên cuda di nav civakek hevpar de dijîn, mafên wekhev digirin, lê nasnameya xwe diparêzin. Mînakên teorîk: modelên “multicultural citizenship” (Will Kymlicka) an jî “democratic pluralism”.
Ocalan dibêje ku entegrasyona wî asîmîlasyonê red dike û “dewlet divê wekî ku hûn in (bi ziman, çand, nasname) qebûl bike”. Lê di pratîkê de, entegrasyon her dem di nav têkiliyên hêzê yên neheq de pêk tê. Dema ku yek alî (dewleta neteweyî ya Tirk) xwedî artêş, burokrasî, aborî û medyaya serdest e û aliyê din (civaka Kurdî) di rewşa bindestî û dîrokî ya înkarkirinê de ye, “entegrasyona demokratîk” bi hêsanî dibe asîmîlasyonek nerm (soft assimilation).
Di dîroka netewe-avakirinê de (nation-building), gelek mînak hene ku “yekîtî” û “entegrasyon” bi navê demokrasî û modernîteyê, bûye amûrek ji bo helandina nasnameyên cuda. Di Komara Tirk de, ji sala 1923 û pê ve, polîtîkayên “Tirkkirinê” (bi zimanê fermî, perwerde, navên cih û mirovan) wekî “entegrasyon” an “modernîzekirin” dihatin meşandin. Hemû awantaj û hêza dewletê li ser hîmên tirkirinê dihatin bikaranîn. Miletê Kurd li henber vê sîyaseta dewleta tirk li ber xwe da û bedêlên mezin da. Zimanê Kurdî, çand û dîroka miletê Kurd, raserî asîmîlasyonek giran hat û di gelek deveran de qels bûn, an jî veşartî man.
Xetereyên sereke yên vê modelê
Windabûna nasname û ziman: Ger “demokratîkbûn” tenê li ser kaxezê bimîne û saziyên xweser ên ziman, perwerde û çandê bi hêz nebin, zimanê Kurdî di jiyana rojane, dibistan û medyayê de qels dibe. Ziman ne tenê amûrek e; ew hilgirê dîrok, fikr û hest û hişmendîyên civakê ye. Windakirina wî, windakirina beşekî mezin a cihêrengiya mirovahiyê ye.
Asîmetrîya hêzê: Entegrasyon “bi mûzakereya demokratîk” tê îdîakirin. Lê mûzakere di navbera aliyên neheq de, gelek caran dibe dayîna mafên sînorkirî. Di virde divê noqtak girîng bêt zelalkirin ku, li ser navê kurdan maseya muzakerê nehatîye danîn û hemû pîlan, proje, tenê bi biryar û daxwazên dewleta tirkan dimeşe û tirk bi çavê “asayîşê” li pêvajoyê dinêrin. Yanî di van dan û stendinan de terefê duyem û sêyem tineye. Yekalî dimeşe. Di virde guhertina dewletê ne di guftûgoyê de ye, ji ber MGK (Konseya Asayîşa Milî a tirkan) û İstihbarata tirkan di dewrê de ye. Ger dewlet neguhere û û dewleta tirk ji holê ranebe, nebe dewletek ku ji Kurdan û tirkan, we du miletên sereke neyên pesendkirin û Kurd li ser axa Kurdistanê nebin desthilatdar û sistemek federal neyê avakirin; “komara demokratîk” tenê navê xwe biguherîne, miletê Kurdî dibe beşekî “neteweya Tirk” a berfirehtir, lê bi nasnameya xwe ya qels û rûbirûyî helandinêje tê.
Windakirina xweserî û axê: Di modela konfederalîzma demokratîk a berê de, xwe-rêveberiya herêmî û paralelîzm bi dewletê re dihat pêşniyar kirin. Di “entegrasyonê” de, giranî li ser yekbûna bi dewleta heyî re ye. Ev dikare bibe sedema windakirina kontrola li ser ax, çavkanî û biryarên herêmî.
Xetereya îdeolojîk: Dema ku têgehek wekî “dahênanek dîrokî û pîroz” tê pejirandin û rexne li ser wê wekî “dijberî” tê dîtin, fikra rexneyî û pluralîzmê di nav tevgerê de jî qels dibe. Zanistî hewceyî bi lêkolîn, berawirdkirin û rexneya azad e, ne bi baweriya kor. Di bingeha Tevgeha Apoîst de rexne qedexe ye û endamên vê tevgerê bi bawerîyek kor didin dû Ocalan. Zanistî, di nava vê tevgerê de ti wateya wê tine ye, murîdî esas e.
Ji aliyê pozîtîf ve, ger bi rastî mafên kolektîf yên miletê Kurd (zimanê fermî an jî wekhev-fermi, di hemû waran de perwerdeya zimanê kurdî,desthilatdarîya miletê Kurd li ser xaka xwe ya bihêz, nûnertiya wekhev) bên garantîkirin, model dikare rê li ber şerê çekdarî bigire û jiyana hevpar a pluralîst pêş bixe. Lê dîrok û teoriyên civakî bi dehan caran nîşan dane ku bêyî saziyên xurt ên parastina miletan, “entegrasyon” pergalek giran yê asîmîlasyonê ye.
Têgeha “entegrasyona demokratîk” a Ocalan, di propagandaya xwe de, asîmîlasyonê wek ku red dike û li ser wekhevî û mûzakereyê radiweste. Lê di pratîka siyasî û berbiçav de, di nav têkiliyên hêzê yên dîrokî de, ew xetereyeke mezin digire: Helandina nasnameya Kurdî di nav neteweya Tirk de, windakirina ziman, çand û dîrokê. Ji bo miletekî resen wekî Kurdan, ev ne tenê windahiyeke neteweyî ye; ji bo cihêrengiya mirovahiyê jî windahiyeke mezin e.
Entegrasyon tenê wê demê “demokratîk” e ku aliyê qels li ser axa welatê xwe xwedî desthilatdarî û hêza parastina xwe be û dewleta serdest amade be ku desthilatdariya xwe ya yekalî berde. Bêyî van şertan, navên nû jî nikarin rastiyên kevn biguherînin.
Dîrokek miletê Kurd a 100 salî wek tecrûbe û ceribandina dewleta tirkan, li ber me ye. Kurd nikarin bê ku seranserê vê dîrokê analîz bikin bi pîlan û projên tirkan bawerîya xwe bînin. Divê li ser esasekî mafdarî, wekhevî û bi riza herdû alîyan bi bi çavdêrîya terefekî sêyem yê pîspor re ev kar bêt meşandin. Eqsê vê hemû xapandine.
11.09.2026/Şeyhmus Ozzengin