Duh roja Înê 17.12.2021, Partiya Yekîtî Kurdistanî bi boneya roja Ala Kurdistanî çendîn çalakî li çend navçeyên cuda yên Kurdistana Sûriyê û Herêma Kurdistanê vejand .

Nivîskar Mihemed Zekî Osê li bajarê Amûdê semînerek li ser dîroka ala Kurdistanê ji destpêka sala 1914an heta îro bi rê ve bir, û herwiha bal kişand ser hebûna çendîn alayên kurdî di heyamên cuda de, heta dema pejirandina vê ala niha.

Herwiha fîlmek li ser pîrozî û sembola ala Kurdistanê hate pêşçavkirin.

Nivîsgeha Yekîtî li bajarê Girkê Legê bi heman  helkeftê mêvandariya hunermend Dilêr Bavê Dilo kir û tê de komek ji stranên netewî yên Kurdî pêşkêş kir.

Li Kobanê Partiya Yekitî ev roja pîroz kir û endamê Komîteya Navendî Ednan Bozan axaftinek kir û tê de bal kişand ser dîroka ala Kurdistanê.

Li bajarokê Tel Temrê, li ser vexwendina rêxistina Yekîtî Kurdistanî û bi hevkariya Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûriyê – Şaxa Hesekê, bi amadebûna komek helbestvan û bi hazir bûna hunermend Masûm Şekakî, bi konserteke helbestî û awazî, roja Ala Kurdistanî hat vejandin

Endamên rêxistina Yekîtî ya li kampa Domîz ala kurdî hat bilindkirin bi boneya vejandina roja ala Kurdistanî, û endamê komîteya Şaxê Şewqî Hiso axaftinek kir û tê de bal kişand ser roja merasîmê.

Herwiha rêxistinên Yekîtî li hemû herêman li ser vexwandina encûmenên xwecihî yên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li hemû herêman beşdarî vejandina ala Kurdistanî bûn.