Asayîşa PYD’ê duh sibehê li bajarê Dirbêsîyê bi dehan ciwan girtin bi hinceta leşkeriya neçar.

Çavkaniyek herêmî ji bajarê Dirbêsiyê ji Yekiti Media re ragihand û anî ziman ku asayîş xort li dergeh û hundirê bajêr bi awayekî bêserûber girtin ji bo leşkeriya neçar, û tekez kir ku girtî hemû di bin 18 salî de ne û xwendevanên asta navîn in.

Herwiha jêder ameje bi wê yekê ku xort berin bajarê Hesekê, û xelkê neçar kirin biçîn dû wan de bi belgeyên ku tekez dikin ku ew temen biçûk û xwendekar in, herwiha tekez kir ku nehatine berdan.

Û jêder nîşan da ku kampaniya girtinê ya dawî hat piştî rojekê ji belavokên gefxwarinê ku PYD’ê li nav kolanên Dirbêsiyê belavkiribû, ku mebest jê li gorî jêderê malbatên pêşmergeyên Roj û endam û alîgirên ENKSê ne.

Hêjaye gotinê ku kiryarên PYD’ê berdewam e li navçeyên kurdî ji revandina zarokan û biçûkan û leşkerîya neçar û ferzkirina xûkî (bacan) û hwd..
Tevî sozên berdewam ji HSDê ji bo rawestandina van kiryaran bi riya danûstandinan di navbera ENKSê û PYNkê ya ku PYD’ê serpereştiya wê dike.