Duh, Asayîşa Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê kampanyayek girtinê li dijî hejmarek mamosteyan li bajarê Dêrikê de destpêkirin.
Nûçegihanê “Yekiti Media” li bajêr diyar kir, ku sedema girtinê ji ber ku keç û kurên bajêr dersên bihêzkirinê ya rêbazên Wezareta Perwerdeyê ya rêjîma Sûriyê dibirin .
Nûçegihanê me diyar kir, ku Asayişê çar mamoste girtin, di nav wan de jinek heye, û ew hatin veguheztin bo navenda Asayîşê ya li navenda bajêr, û got ku girtinên vê dawiyê hêrsa gel çêkir û rû da.
Di vê çarçoveyê de, malbata xwendekarekî diyar kir ku dûlaneyîya ku rêveberiya PYD pê bi xelkê re kar dike, pêkenok e, ji ber ku encamên bawernameyên ên Navîn û Amadeyî rastiya tiştê ku rêberên PYD’ê û HSD’ê dibêjin eşkere kir, ji ber ku hemû kurên serkirdayetiyên rêvebiriyê û partiyên wê, heta baskê wan ê leşkerî HSD’ê, li dibistanên rejîmê perwerde dibin .
Hêjayî gotinê ku kurên serokên rêvebirîya PYD’ê û HSD’ê ezmûnên pola 12 û 9 an li dibistanên rejîmê pêşkêş kirin , di nav wan de kurê Mustafa Balî, berdevkê çapemenîyê yê berê yê HSDê û xwarzîyê Aldar Xelîl, ku dayika wî di rêveberîyê de rola pêşeng digire. , ji bilî serokê hevbeş ê Desteya Perwerdeyê di rêveberiyê de .. û nûner û serkirdeyên din di rêveberî û HSDê de