Birêz Ebdulhemîd Elsalih îro şefeqê, li ser destên çekdaran li gundewarê Hesekê hat şelandin..

Çavkaniyên nêzîkî birêz Salih dan xuya kirin ku ew hat şelandin li ser riya Amûdê – Hesekê û bi taybet nêzîkî pira Beko..

Heman jêderan diyar kirin ku koma ku şêlandinê kirin cil û bergên YPG’ê li ber xwe kiribûn, û pere û telefona wî jê sitendin .

Herwiha ku birêz Ebdulhemîd Elsalih berê xwe da bû bajarê Hesekê bi mebesta veguhestina karkeran ber bi bexçeyê xwe li gundewarê Amûdê..

Hêjayî gotinê ku kiryarên talankirin û şelandinê li deverên di bin kontrola PYD’ê zêdetir bûye û yên balkêş ev in : dizîya bi dehan sewalên gundewarê Amûdê û şelandina karmendekî kompanîya diravguhêriyê li dergehê Sêmalka di sala 2020an de ku zêdetirî 500 hezar dolarê Emerîkî pê re hebû..