Yekiti Media

Rêjîma Sûrî sê dergehên sereke yên girêdayî bi herêmên di bin kontrola rêveberîya PYD’ê ve girtin , bêyî ku ragihîne sedemên girtinê çine..

Çavkanîyek ji bazara “AL hal” li Qamişlo ji “Yekiti Media” re ragihand ku rêjîm dergehên “Eltebqa, û El’kêrşî û Eltaîha li Munbicê” girtin, û nahêle hemû otombêl û otobûsan derbas bibin tevlî xwendevan û nexweşan jî.

Çavkanî nîşan da ku girtina dergehan vajîbûnek neyênî kir ser buhayê mêwe û şênkatiyan bi rêjeya 50% ber bi 80% wekî ku buhayê lîmonê zêdebû ji 1500 ber bi 2500, û Portûqal ji 1600 ber bi 2500 û Xiyar ji 1200 ber bi 2000 û Bacanreş ji 1400 ber bi 2000 û Firingî ji 1100 ber bi 2300 û Îsot ji 3300 ber bi 4500 lîre..

Jêder zêdekir û got ku tenê alternatîfa mêwe û sebzeyên beravê anîna wan ji herêma Kurdistana Iraqê ve , û ev barên bazirgan yên aborî bi du qat zêde dike, ku ew jî ev in buhayê dolar ê ku digihêje 3,900 lîre, û gumrik li her du aliyên dergehê Sêmalka.

Li gorî nûçegihanê “Yekiti Media” li Qamişlo , ku girtina dergeh barê malbatên xwendevanên zanîngehê û nexweşan girantir bûye , ku neçar bûn zarokên xwe bişînin xwendina xwe û serdana bijîşkan bi balafirê bikin , ku bihayê bilêta wan digihêje 100,000 lîreyên Sûrî.

Tê zanîn ku girtina dergehên di navbera rêjîm û deverên di bin kontrola PYD’ê de dê bandorek neyînî li ser debara hemwelatiyan bike, bêyî ku her du aliyan asankarî ji bo nexweş, xwendevan û tiştên xwarinê pêşkêş bikin.