Yekiti Media

Nûçegihanê Yekiti Media li bajarê Efrînê ragihand ku endazyarê şaristanî Fehmî Ebdo ev nêzîkî salekê ye destbiserkirî ye bi kotekî di zindanên girûpên çekdar ên alîgirê Tirkiyeyê de .

Herwiha diyar kir ku endazyar Fehmî ji cihê karê xwe di odeya Endazyaran a Encûmena xwecîhî ya Efrînê de hat revandin, û ew wekî serokê odeyê kar dikir.

Nûçegihanê Yekiti Media da xuya kirin ku endazyar Fehmî yek ji kesayetiyên akademîsyen bû, û bawernameya doktorayê di endazyariya şaristanî wergirt bû û xwediyê bi navûdengê baş e û bi bandora e di devera Efrînê de.